[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdiya reben rût nekin!
HELSÎNKÎ, 3/6 2013 — ”Êvar e, cîhan sar e, werin em biçin malê.” Ev gotin ji filmkartonekê ne ko bo zarokan hatiye amadekirin. Mirov peyva ”dinya” di kurdî de bi gelek maneyan bi kar tîne. Yek ji wan jî wateya ”hewa” dide: ”Dinya sar e = hewa sar e”.

Lê ji ber ko peyva ”dinya” bi eslê xwe ji erebî ye û di tirkî de jî wek ”dünya” tê bi kar anîn, gelek kurdan ew li xwe heram kiriye. Ew rabûne bi pey peyva ”cîhan” ketine ko dapîr û bapîrên kurdan ti caran bi kar nedianî. Çend nîşanên wê yekê hene ko ”cîhan” ne peyveke kurdî ye lê vê dawiyê ew ji farisî hatiye wergirtin:

1) Ma dapîra kê ji we peyva ”cîhan” bi kar dianî yan jî hefza xwe ji peyva ”dinya” dikir? Peyva ”dinya” ev zêdeyî hezar salî ye ko di zimanê de me cihê xwe girtiye û ti kurdîzana/ê ”sade” jî nîne ko wê fehm neke.

2) Tevî giringiya xwe jî, peyva ”cîhan” di ti biwêjên/îdyomên kurmancî de nîne. Mirov dibêje ”dîn û dinya”, ”dinya û axret”, ”li darê dinyayê”, ”dinyaya derewîn”, ”dûlika dinyayê”… Lê mirov nikare di van gotinan de peyva ”dinya” bi peyva ”cîhan” ya farismancî biguherîne yan jî mirov dê wan biwêjên qalibgirtî seqet bike. Ev jî diyar dike ko peyva "cîhan" di kurmancî (yan di hemû kurdî) de wergirtineke vê dawiyê ya ji farisî ye.

3) Dengê ”-îh-” di kurmancî de xerîb e: Mirov dikare binivîse ”bî, cî, sî, rî” yan jî ”bih, cih, sih, rih” lê nivîsîna bi awayê ”bîh, cîh, sîh, rîh” ji hedê dengnasiya kurmancî der e. Lê dîsa jî peyva ”cîhan” bi ”-îh-” e.

Zimanê kurdî ji gelek aliyan ve tên hilweşandin. Berê zext û zora ji hemûyan mezintir rênedana bikaranîna zimanê kurdî bû: qedexeya li ser zimanê kurdî ji aliyê dewletên dagirker ve. Ev rêgirtin hê jî berdewam e lê hêdî-hêdî sisttir dibe. Niha kembaxiya ji wê jî mezintir xemsarî û terkexemiya kurdan bi xwe ye: kurd bi xwe bi kurdî na-axivin, naxwînin û nanivîsin.

Gelek caran behsa vê xemsariya kurdan tê kirin. Lê kêm caran ko behsa wê tê kirin ko bikarînerên bicoş û dilsoz jî yên zimanê kurdî hin hewlan didin ko dikarin bibin sebebê hilweşandin û herrifandina zimanê kurdî: Gelek kes dixwazin ko peyvên esilerebî yên di zimanê me de biavêjin û li cihê wan hin peyvên çêkirok û perîşan pêşniyar dikin. Yan jî hin peyvên ji zimanên din dixin cihê peyva esilerebî ya di kurdî de cihê xwe baş girtî ji ber ko nizanin ko peyva ew pêşniyar jî dikin bi xwe ji zimanekî biyanî ye. Bo zelalkirina meseleyê, em çend mînakan bidin:

Li seranserî Kurdistanê peyva ”behr, behir” (ava mezin) tê bikaranîn û tê fehmkirin. Lê kurdînivîsên kurdîkêmzan qîma xwe bi wê naînin û hewl didin ko gelê xwe hînî peyveke ji kurdên sade re xerîb bikin. Ew peyva ”derya” li cihê ”behr”ê dinivîsin bi texmîna ko derya ”kurdî” ye û behr ”erebî” ye. Lê di rastiyê de behr gelek ji deryayê ”kurdîtir” e: ”behr” ji erebî hatiye wergirtin lê ”derya” ji farisî. ”Behr” di sedan biwêj û îdyomên kurdî de heye ko mirov nikare li cihê wê peyva ”derya” ya xerîb binivîse yan jî mirov dê wan biwêjan seqet bike. Gelo çi heqê me heye ko em zilmeke wisa li zimanê xwe bikin ko gotinên xweş yên wek ”binê behrê” yan ”beravên behrê” li xwe û miletê xwe heram bikin?!

Nimûneyeke dî peyva ”zengîn” ya kurdî-îranî ye. Ji ber ko zimanê tirkî ev peyv ji zimanên îranî wergirtiye, kurd bawer dikin ko ”zengîn” peyveke tirkî ye yan jî – ji kû be jî – ne kurdî ye loma ya li babê wî yê ko ji peyva eslî ya kurdî bireve û xwe li peyva ”dewlemend” ya erebmancî bike xwedî: ji erebî ”dewle(t)” (maliyet) + paşpirtika ”-mend” ya farisî.

Yan jî mirov dikare peyva ”heq” bide ko erê ji erebî ye lê di hemû zimanên Rojhilata Navîn de cihê xwe girtiye. Tenê em kurdên reben bi vê peyva ji babûbapîran ji me re mayî razî nabin. Yê ko li cihê peyva ”heq” ji her kesî re nas peyva ”maf” ya ”kurdî” nenivîse, ew wek ”kurdînezan” tê hejmartin. Lê di rastiyê de gelo peyva ”maf” ji kû ye? Ew bi xwe ji erebî, ji peyva ”muaf, miaf” e anku ”parastî, efûkirî, bexşandî, lêborandî”.

Niha ”kurdîzan”ên me qîma xwe bi peyva hezaran salî ya ”qanûn” jî naînin ko erê bi rêya erebî ketiye kurdî lê rehên wê digihin latînî, yûnanî, akadî û sûmerî jî. Kurdên bakurî texmîn dikir ko peyva eslî ya kurdî ”zagon” e lê ew ji rûsî ”zakon” e. Kurdên başûrî texmîn dikin ko peyva eslî ya kurdî ”yasa” ye. Heta Parlemana Kurdistanê jî di tekstên qanûnên xwe de peyva ”yasa” bi kar tîne. Lê di rastiyê de ”yasa” peyveke tirkî-mongolî ye û hevreha ”yasak” (qedexe, memnû’) ya tirkî ye ko wek ”yasax” ketiye kurdiya devkî jî.

Êdî kes bi ”ehd”a mêrên berê jî razî nabe lê her kes xwe li peyva ”soz” dike xwedî. Lê ”soz” ji ”söz” (gotin; ehd) ya tirkî ye. Berê her kesî gotinên ”delîl” û ”wezîfe” bi kar dianîn lê – heçku Cengîzxanê mongolî serwerê Kurdistanê be, ”kurdîzanên” qaşo parêzvanên kurdiya paqij ”belge” û ”erk”ên tirkî-mongolî bi kar tînin!

Di hemû zimanan de piraniya peyvan bi eslê xwe ”biyanî” ne anku ji zimanekî din hatine wergirtin. Ev rastiya zimanê kurdî ye jî. Lê ti miletên din wek kurdan peyvên esilbiyanî ji zimanê xwe na-avêjin û zimanê xwe wisa seqet nakin. Tirkan û farisan berê hin hewldanên wisa kirin lê taliyê li xwe polîpoşman bûn. Ew ji ser wê rêya xelet vegerîne lê em niha bi rêya wan ya xelet ve dimeşin!

Em bi xwe zimanê xwe yê şîrîn li ber hevzimanên xwe yên reben giran dikin û dîwarên zimanê xwe diruxînin. Dijminan têra xwe zilm û zordarî li vî zimanî kiriye. Lê neheqiya ko em li vî zimanî dikin dijminan jî lê nekiriye!

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2013-06-03
Xwendin: 13471
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org