[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Li dilê min miqate be
[SWÊD, 16/10 2013]


15 tîrmeh 1986

Ez çiqasî tiyê kitêbên kurdî bûm. Digel ko dilê min ji bo vî navî lêdixe jî, lê min ji çend rêzên ko ji vî zarî niqutîbûn ser kaxezê û pê ve nedîtibûn û nexwendibû. Kitêba te lêdana dilê min xurttir kir, ez ber bi deryayeke bêbinî ve kişandim, ez kirim şirîka xeyal û fantaziyan; stûxwariya min li min kir spehîtî. Baweriya ko ji kitêba te fûriya dilê min, kir ko ez êdî xwe di neynikên şikestî de jî spehî bibînim.

Bi silavên Zelaleke di nav girikê de

***

25 Tîrmeh

Min di panzdehê tîrmehê de ji te re kartek şandibû. Nizanim gelo ew kart gihîşt te? Min li ser karta xwe adresa xwe nenivîsandibû, yek jê, ji ber ko ez bawer nakim ko wê wextê te hebe û tu bersivên hemû xwendevanên xwe bidî, ya din jî, heke te di xwe re dît û ji xwendevaneke mîna min diljar re nivîsand, dikare ji ber sebebên ji te re diyar, ko te bi xwe jî di kitêba xwe de qal kiriye, negihîje min. Lê qet nebe, ez bawer dikim wê nameya min bigihîje te. Ji ber ko nameyên ko ez ji hevala xwe ya li Parîsê re dişînim digihîjinê. Tiştên ko min di derbarê Îsveçê de xwendine, wê Îsveç, an jî mîna te di kitêba xwe de aniye zimên, Swêd, welatekî pêşketî be.

Welatên pêşketî bi zarokên pêşketî avis in, ma pênûsa te ne nîşan û rûmeta vê pêşketinê ye?

Bi silavên min
Zelal

***

15 tabax

Merheba ji te re,

Gava ez van çend rêzan dinivîsînim, Xwedê zane tu çi dikî. Welatê me di heyva tebaxê de dikele, lê hênkahiya dilê me, kela welatê me hênik dike. Ez bi serma welatê te zanim, lê nizanim gelo havîna we çawa ye? Ma havîna we xweş e? Min carekê bihîstibû ko havîna we dişibe tabloyeke rengîn. Ma ne bi xêra vê rengîniyê ye ko carinan pênûsa te serî ji te distîne? Lê gava min cara dudan berhema te xwend, bi min wilo hat, ko te zêde daye dû pênûsê û dil serdestî li te kiriye. Ma ne baştir e ko mirov serdestiyê li pênûsê bike? Heke mirov her tiştî bispêre pênûsê û pênûs serî ji mirov bistîne, ew dikare rê li ber mirov şaş bike, mirov ber bi daristanên tarî ve bikişîne. Ma te tu carî li daristaneke tarî riya xwe wenda kiriye?

Hingî ji min bê ez ê bi destê te bigirim û rê nîşanî te bidim
Zelal

***

Zelal delal,

Du kartên te û nameya te ya bi dîroka 15ê tebaxê gihîştin min. Ez çi bêjim, ji spasiyeke ji dil û pê ve ez gotinan nabînim. Divê ev destnivîsa spehî hunera tiliyên narîn be. Gotinên te, rêzên te ewqasî ji dil in, ko spehîtiya te ji nav rêzan difûre. Heke ez li malê bûma min ê tavilê bersivên nameyên te bidana. Herçiqas du nameyên te pêşî riya xwe bi Swîsreyê xistibûn û dûre hatibûn Swêdê jî lê dîsa ew zû hatibûn û di nav nameyên ko ji min re hatibûn de, ên herî ji dil bûn. Min digot, ya Rebî, ez ji bo vî miletî dinivîsînim lê rojekê kes nameyekê bi zimanê berhemên min ji min re nanivîsîne. Gava min nameyên te vekirin û xwendin, ez çi bibêjim, mîna tu di kelekela germa havînê de baweşînekê li min bikî. Ez şa bûm. Belê, ez şa bûm û min teva nameyên te xwe li ser yanê dirêj kir û ew careke din jî xwendin. Zimanê te û uslûba te ez ecêbmayî hiştim. Nameyên ko heta niha ji welêt digihîştin min hemû bi tirkî bûn. Bi tirkî bûn û digotin ko roman û çîrokên min ên bi kurdî xwendine. Ji berdêla kêfxweşiyê, heke pesnê berhemên min bidana jî, ez dîsa pê aciz dibûm. Min digot, gelo bi rastî jî ev ziman ewqasî zehmet e ko xwediyê vî zimanî nikare hîn bibe. Lê va ye, mala Xwedê ava ko Zelala welatê min hîn bûye. Hîn bûye û wê hevalên xwe jî hîn bike. Ez nabêjim tu li ko û çawa hînî zimanê xwe bûyî, lê gelo hewesa te ya edebiyatê ji ko tê? Ma tu bi zimanin din jî dixwînî?

Bi destûra te be ez ê kurt bibirim. Ji ber ko ez ji rêwîtiyeke dirêj têm. Ez vê sibehê ji Kahîreyê vegeriyam. Ez niha pir westiyayî me. Min dixwest ez ji xwe re qehweyekê bidim ser, lê ez di xwe re nabînim. Va ye, nameyên te li ser sînga min in û ez xwe li ser yanê dirêj dikim. Ji bo ko ew ji ser sînga min nekevin, ez ê xwe nequlipînim ser kêlekê.

Bi silavên ji dil
Alan

***

Mîrza Alan,

Nameya te dilê min pir şa kir. Min bawer nedikir ko tu ê bersivê li min vegerînî. Lê niha çiqas ji dilê min tê ko min ji te re qehweyek bida ser û ew nameyên li ser sînga te bidana alî. Min ew bidana alî da ko te xwe bi rehetî biqulipanda vî alî û wî aliyî. Da tu bi rehetî razayayî û piştî westandina ji ber rêwîtiyeke dirêj aram bibûyayî. Ez dizanim tu pir digerî. Ez carinan nûçeyên di derheqê ger û rêwîtiyên te de ji rojnameyan dibihîzim. Ger çavên mirov vedike, asoya mirov ya fikrê firehtir dike, dike ko mirov bi çavekî din li dinyayê û li der û dora xwe binêre. Ez bawer dikim ger ji bo nivîskaran çavkaniya nivîsandinê ye. Ger bi qasî xwendinê mihîm e. Gava ez berhemên te dixwînin, ez şopa gerê bi awayekî eşkere tê de dibînim. Ev jî berhemên te xurttir dike. Bi xwendina berhemên te ên xurt, ez jî xwe xurt hîs dikim. Tu ya rastî bixwazî ez jarek im, keçeke stûxwar, jineke dera hanê me. Ma çavên min yên spehî, an jî bejna min ya zirav ji çi re ye? Min serî hildaye çi ye? Ez ê li hemberî kê serî hildim, kî ê guh bide serîhildana min? Loma ez serîhildana xwe di dilê xwe de diparêzim. Ez li hemberî dilê xwe serî hildidim. Bawer bike ez carinan dixwazim agir bi bajarê xwe bixînim û xwe jî tê de bişewitînim û dawiyê li vê çîrokê bînim.

Ez carinan dikim û nakim sebr û hedana min li vî bajarî nayê. Ez carinan dikim û nakim ez nikarim ji xwe re li vî bajarî starekê peyda bikim. Carinan ev bajar ji min re teng tê mamoste! Mîna ko ew destê xwe dixe qirika min. Ew carinan bi şevan dibe kabûs û giraniya laşê xwe bera ser bedena min ya tenik dide. Erê ez li vî bajarî dijîm, ez xwedî cîran im, erê sûk û kuçe bi mirovan mişt in, erê ez di nav wan de me, lê ez bi tenê me, ez ne ji wan im, ew bera min didin û ez ji ber wan baz didim. Ma ez ê bi ko de herim? Ma ez dikarim vî dilê tenik bispêrim kîjan hêzê? Gava ez difikirim û bi ser tu riyê ve nabim, ez xwe mîna xezaleke ko ji keriyê xwe mabe, bêçare hîs dikim. Û gelek caran di hundurê wê bêçaretiyê de pênûsa te tê hewara min. Ez ê îşev jî çend rûpelan ji kitêba te bixwînim û dûre razêm. Gava ez razêm jî, divê ez kitêba te di cihekî asê de veşêrim. Heke min ji te re bigota bê ez kitêbên te di ko de vedişêrim, tu ê bi min bikeniya. Niha derengê şevê ye û dengê teqînekê ji derve hat, ez nizanim çi ye, lê ma çi be wê çi ferq bike?

Şevbaş
Zelal

***

Rihana welêt, Zelala delal,

Ez vê nameya te jî hebekî bi derengî dibersivînim, hêvîdar im tu ê li min negirî. Ez bi rastî jî pir mijûl im. Mirov li vî welatî her mijûl e. Ên betal jî mijûl in, an jî ên betal nînin, lê mijûlî heye. Dibe ko jî vê mijûliyê ev welat gihandibe vê radeya bilind. Gelo ew çi teqîn bû?

Silav
Alan

***

Mamoste,

Sibehê zû termê bekçiyekî li pişt mala me hate dîtin. Bekçiyekî ji vir e, lê dibêjin muxbir e. Ez nizanim. Dibe ko jî wilo be. Li vir, li vî welatî hem insan pir bi qîmet in, hem jî bêqîmet in. Bala xwe bidê mamoste, gava lawikek tê dinyayê hefteka wî pîroz dikin, bi pîrozkirina heftekê re şahiyê dikin, dûre lêwik sunet dikin, dîsa şahiyê dikin, wî dizewicînin, dîsa şahiyê dikin, lê ji aliyê din ve jî dikarin bibêjin teq û yekî bikujin. Dikarin bibêjin teq û yekê bikujin. Li vî welatî qîmeta jiyanê bi mirin û kuştinê ve hatiye girêdan. Mirin û kuştin serdestê vî welatî ye û em jî di vê bindestiya kuştin û mirinê de geh bi saxî dimirin, geh jî bi rastî.

Te di nameya xwe de meraq kiriye ka gelo ez edebiyatê dixwînim an na? Belê mamoste, ez ji edebiyatê hez dikim û dixwînim. Ji xwe ya ko ez kirime ez edebiyat e. Zimanê edebiyatê yê bêedeb jî, edebiyat bi min şêrîn kiriye. Min belengaziya mirovan bi riya Dostoyevskî, çikûsiya wan bi riya Balzak, tolaziya wan bi riya Maupassant, safîtî û kawiktiya wan bi riya Çexov bi dest xistin. Mebêje qey ez Nastankaya me, bi xemgînî li ser pireke Petersburgê rawestiya me û li bende Dostoyevskîyekî me ko destê min têxe destê yekî dilpak û wê ê dilpak li hemberî evîna min ya rastî qet dilxerabî û kumreşiya neke. Na. Lê ma gelo çend Dostoyevskî hene û çiqas mirovên wilo dilpak hene? Ez bi xwendina edebiyatê azad dibim, bajar li min mezintir, dinya li min firehtir dibe, ez dilê xwe ji qeyd û merbendan rizgar dikim û li spehîtiya xwe hay dibim. Ez carinan dibim mîna teyrikekê, di ser deryayan re difirim, okyanûsan derbas dikim, diçim welatên dûr, bi zimanên cihê dipeyivim, dibim şirîka xewn û xeyalên wan. Ez geh dikevim şeran, geh di girtîgehan de li ber xwe didim, geh jî ji ber evînên hêtûnê di nav nivînan de vedigevizim. Lê gava ez li rastiya xwe hay dibim, tavilê bi destan xwe dinixumînim û dilê xwe li qeyd û merbendan dixim.

Axx, azadî çiqas xweş e!
Ma ne wilo ye?

***

Zelala delal,

Belê, wilo ye, azadî xweş e! Lê azadî li her derê girtî ye, dîl e, bindest e! Azadî di bin qamçiyên celadan de li ber xwe dide. Ma ne loma ye ko teyrikên nola te nikarin bi dilê xwe bifirin û li ezmanê welêt yê sayî bi şahî baskên xwe li hev bixin? Lê wê hemû xaçerêkên edebiyatê biherikin ser çemê Dîcleyê û tu ê di wî çemî de mîna karxezalekê avjeniyê bikî. Her ko tu xwe bi ava edebiyatê bişoyî tu ê ewçend pak bibî, wê pakiya te ji te re bibe biaqilî û tu ê bi aqilê xwe rengekî nû bidî jiyana xwe û ya bajariyên xwe.

Welat xweş e Zelal, çavên min li dû mane, dilê min li dû. Ez bengiyekî welêt im. Ez niha jî carinan xwe bi xwe dibêjim, xwezî min dilê xwe di dilekî de veşartiba û ez li welêt mabûma. Xerîbî zor e, Zelal, çoyê xerîbiyê ne kêmî çoyê neyarên azadiyê ye. Xerîbî mirov hêdî hêdî dixwe, hêdî hêdî dikuje. Niha, mîna ko min tiştekî xwe winda kiribe û ez lê digerim. Ez lê digerim û nabînim. Ez lê digerim û nizanim li çi digerim. Mîna ko min tiştekî xwe winda kiribe û ez nizanibim min li ko winda kiriye. Ez, yê ko berê karîbû çiyayek wergeranda, niha li ber êşandina gêrikekê dikevim. Lê dîsa jî heta ji min tê ez xwe welê nîşan didim ko ez xurt im, ez gelek caran şîretên xurtiyê li der û dora xwe dibarînim, dilên şikestî ên dost û yarên xwe dicebirînim, lê kesî nabînim ko dilê min yê şikestî bicebirîne. Giriyê min tê, lê nikarim bi îskeîsk bigirîm, di hundurê xwe de digirîm. Bi tenê, li ser miriyên ko li vê xerîbiyê û bi hesreta welêt dimirin, digirîm, vekirî digirîm. Bi gotineke dilşewat ya ko li ser mirî tê gotin, hemû şînî digirîn. Lê her kes li ser xwe, li ser tenêtî û belengaziya xwe digirîn. Hinek jê çavên xwe ji girî sor dikin. Hinek serên xwe datînin ser milên hevalê xwe û bi îskîn digirîn. Ev e, ev giriyê xerîbiyê ye. Ev giriyê derketiyên welêt in. Ew derketî ko ji bo azadiya xwe û karxezalên mîna te rabûbûn. Ew derketiyên ko ji bo azadkirina azadiyê dîl ketin û baz dan. Ez jî ji wan bazdayiyan im. Lê min xwe avêtiye bextê edebiyatê û edebiyatê ez li ser lingan hiştime. Dibe ko jî edebiyat dike ko ez ji jiyana rastî bi dûr bikevim, di cîhana xeyal û fantaziyan de bijîm. Niha, tu di xeyal û fantziyên min de ewqas spehî, ewqas zarşêrîn û ewqas dilbirehim î ku, ez dikarim bêyî dudilî dilê xwe yê yekta bispêrim te.

Li dilê min miqate be...
Alanê te

***

Not: Bi nivîsandina ”Payiza dereng” re min dest bi nivîsandina vê romanê jî kiribû, li dor 50 rûpelên A4 nivîsandibû û welê hiştibû. Ev çend rûpel jê ne...

-----------------------------------
Nivîskar: FIRAT CEWERÎ firat.ceweri@comhem.se
Weşandin: 2013-10-16
Xwendin: 18583
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kitêbxaneya Îskenderyayê (2013-06-13)
Edebiyata cihûyan ya modern çi ye (2013-02-19)
Duzimanî (2013-01-09)
Ez bibêjim lê, wê deng bê te! (2012-11-01)
Jin û edebiyat (2012-10-05)
Ka cihûyên Kurdistanê? (2012-09-06)
Meha tebaxê (2012-08-16)
Di siya Melekî Tawiz de (2012-08-04)
Sirgûn û edebiyata modern (2012-07-05)
Fotografê ko ji bîra min naçe (2012-06-16)
Zilamê ko herî pir xelata Nobel ya edebiyatê girtiye (2012-05-20)
Li ser nivîskariyê (2012-05-12)
Mimesis (2012-04-19)
Rastiya nivîskariyê (2012-04-05)
Divê newroz di roja xwe de were pîroz kirin (2012-03-21)
Şoreş zarokên xwe dixwin (2012-03-07)
Rewşenbîrên dema xortaniya min (2012-02-23)
Siyaset û edebiyat (2012-02-09)
Edebiyat ”edebiyat” e û ne wêje ye (2012-01-25)
Kurdên binxetê (2012-01-11)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org