[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III
HEWLÊR, 20/5 2012 — Eger li mêjûya kurdan ji hatina îslamê ve bihête seyr kirin heta digihe destpêka dereng ya tevgera me ya neteweyî, herçend tijî ye bi raperîn û rûbirûbûnan jî dîroka me dîroka jêrdestî û nebûna kesayetiya kurdî ye. Bi dirêjahiya wê dîrokê Selahedînê Eyûbî take kesayetiyekî karîzmatîk û efsaneyî ye ko ji nav kurdan derketiye û mêjûya jiyana wî tijî ye bi serkeftinên siyasî û serbazî.

Rewşenbîrên kurd ên vê serdema niha, dema awiran li vê mêjûya dûr û dirêj didin, heyf dibînin ko ev qehreman ji welat û gelê xwe dûr bûye û dîroka xwe li ser xaka biyaniyan de durist kiriye. Her çende ev rexne bêyî berçavgirtina ew dem û serdema ko Selahedîn tê de mezin bûye, rabûye, rûniştiye û jiyaye, lê li heman demê de ew mafê bi xort û rewşenbîrên kurd dihête dan ko bêjin Selahedîn bi qasî ji bo îslamê bûye, nîvê wê ji bo neteweya xwe nebûye. Eger rexne li serkirdeyekî mêjûyî wek wî nehête girtin, baş e rexne li kê bihête girtin? Dê rexneyan li kalekî kurd ê pêxas û zik birçî bikin?

Beşdariya kurdan di mêjûya îslamê de ne tenê di warên siyaset û şer de bû. Di wan 1 400 salan de zana û rewşenbîrên mezin derketin ko beşdariyeke bêhempa di duristkirina binaxe û avakirina dîwarên wê avahiya serbilind a îslam de kirine. Di nav wan de zana wiha dihêne dîtin ko cihê pêçiyên wan bi ser hemû dîrokê de diyar e.

Îmam Mihemed Xezalî 1058–1111-ê zayînî gotiye kultûra îslamê li ser milên çar stûnan rawestiye. Ji van sê kurd in: Şarezûrî û Amêdiyeyî û Dînewerî. Evan ji bilî çendîn stêrkên asmanê zanist û ayîn û mêjû û zimanî, wek: Îbin Xelekanê Hewlêrî û Ebû Wefaa Eyubî û Îbinûlesîrê Cizîrî û Ebû Elî Sîna û Îbin Sîrîn û Îbinulhacîb û Îbinulmistewfiyê Hewlêrî û Şêx Mihemedê Ebide û Şêx Ebidulqadrê Geylanî û Mihemed Fewzî Zehawî û Ehmed Şewqî û deh û sedên din.

Kurdistanê cografiyeke giring û binavûdeng hebû, ko diket ser rêkên giştî yên hatûçûna rojhilat û rojava. Artêşên mezin ên têkder eger ji bo şerê kurdan jî nehatbin, bi hindek deverên kurdan re derbaz dibûn û azara bê plan bi danîştiyên evan deveran dikirin. Zêdebarî ko bajarên mezin wek Stenbol û Dîmeşq û Bexda û Esfehan û Tehran, di rêya Kurdistanê re digihîştin hevdu ko ev bajar paytextên welat û cihên fermanrewayî û bazirganiyê bûn, her kî ji bo dagirkirina van hatibe diviyabû pêştir Kurdistanê bigire yan her nebe têrê derbaz bibe.

Di serdema êrişên Timûrleng de, heta rêyên Kurdistanê neketin berdestan, wî nikarî hemû xaka dewr û piştê bixe jêr hukmê xwe. Ev bayex û giringiya Kurdistanê wiha kir ko gelek pêkdadan li ser vê axê de rû bidin û xelk tûşî gelek serêş û çermeserê bibin. Di serdema kevin de jî wiha bûye, bi peyî hindek mêjûnûsên binavûdeng ê Kurdistanê ji ber şer û şûrê navbera Rom û Eceman de, ev welat bûye meydana şerê wan û kete bin destê Rom. ji kevin de li şûna ev navûdengî û giringiya welatê Kurdan bibe bi jêdera xêr û bêrê, bûye jêdera derd û bela, wek çon di serdema nû de jî me vedît ko petrol û bikarhênana avê bo projeyên aborî, li serê kurdan bûne bela.

Bi dirêjahiya dîroka îslamê, kurdan bacekî mezin dan. Jiyan; dan û standin e, kurdan her daye û nestandiye. Wek me dît erkê li ser milê wan bû wek misilmanên rasteqîne kirin, zêdetir jî kirin, lê her wek kole û belengaz bindestê gelên dewrûberê xwe man, her ji ber ayînê xwe çewsandine û birine nav koreşerê bêwate. Divê di xwendina Dîrokê de, em li dû sedem û hoyên vê yekê de bigerin. Kurd ji aliyê ayînê ve piranî misilmanê sunî mezheb in. Tiştê ko zêdetir kurd mê kirin ko biçine jêr baskê ayînê, mezheb bû. Kêşeya mezhebayetî di navbera şîe û suniyan de bi dirêjahiya mêjûyê di nav herdu dewletên Osmanî û Sefewî de berdewam bû. Kurdistan meydana şer bû û kurd jî destik û ardûyê xweşkirina wî agirî bûn.

Dîroka nîvê yekem a sedeya sêzdehê rûdawên karesatawî ligel xwe de hêna. gelek êriş û pelamar hatin ser Kurdistanê, ji hemûyan berçavtir pelamar û êrişa mogolan bû. Wan bajarê Diyarbekirê text û tarac kir û yek kes li daniştiyên wî bajarî zindî nema, paşê Mêrdîn û Nisêbîn û Şarezûr yek li dû yekî hatine kavil û talankirin, serkirdeyê mogolî "Holako", di rêkê de berev Bexda bajarê Kirmaşanê talan kir û jimareyeke zaf ji daniştiyên kurd kuşt, herwiha êrişî ser Hewlêrê kir. Hikimdariya Hewlêrê ji dest çû lê xelkê bergiriya xwe kir, heta bigihe Mûsilê alîkarî nedan dagirkeran.

Holako di salî 1258ê de Bexda girt û hikimdariya Ebasiyan bi kuta hat, piştre ko ji Bexda berev Tebrîz vegeriya, Holako careke din dest xiste nav Kurdistanê û bajarên Diyarbekir û Cizîra Botan û Mêrdîn û Hekarî talan kir, li hatina mogolan de mîrnişînên kurd nikarîn bergiriya xwe bikin û yek li dû yekî şikestin. Paş Holako, dora Timûrlengê Tatar hat, wî jî li talankarî û kuştina xelkê Kurdistanê destê xwe nehêna hev. Ji berekî ve bajarên Diyarbekir û Mêrdîn û Hesenkêf û Hewlêr û Mûsil û Cizîrê talan kir. Timûrleng berê xwe daye keziyên kurd û ew kirin berdestê şevbuhêrkên xwe.

Ji vê bêtir çi dixwazî? xelkê Kurdistanê li encama wan hemû pelamar û kuştar û talan û êriş û wêranan de, dest ji jiyana gundîniyê berdane (anku vemana li gund û çandin û zeviyan berdan) û ketin dû jiyana koçerî, bi samaneke kêm ve ko kurd jêre dibêjin bi "nanezikê" dest bi konan û reş-malnişînî û zozan û koçberî kirin û xwe ji nehez û neyaran dûr kirin û dan alî.

Evê doxê jiyanê bo çendîn sedsalan wiha kir kultûra revendayetî û koçberî li nav kurdan de qut nebe û her berdewam be. Nebûna bingeha avedaniya serbixwe û cîgîr û tena, herdem asteng û kospeke mezin bûye, ne tenê li pêş serhildana dewleta kurdî her wiha li pêş hesta neteweyetî ya kurdî jî. Êriş û pelamarên bêjimare bi dirêjahiya dîrokê nehiştiye kurdan gund û bajar hebin û bayex bi aboriya xwe bidin, di van çend qorên jor de ji me re diyar dibe ko kurd di dîrokê de çend şikest û mandû bûne, gelo gelek wiha çi şaristaniyek pê dihête avakirin?

Ew êş û azara gelê kurd li sedeyên dêrîn de ji destê dagirker û êrişberan çêj kirine û dîtine, yan ew talan û şikesthênanên artêşên êlên îslamê di Kurdistanê de kirine, eger bi kiryarên Mogol û Tatar û Tirkan re bihê hempakirin, dê spasî li ewên berê bihête kirin. Kurd piştî demekê ji dagirkeriya ereb, ligel wan rahatin her çende ereban hîç carekê nikarîbûn kurdan bixin nav xwe, lê koçberiya jiyana kurdewarî û êriş û pelamarên Mogol û Tirkan bo Kurdistanê, çarenûsa vî gelî bi carekê berev tarî û reşiyê ve bir.

Divê em li vir wê jî bibêjin ko çawa hestê kurdbûnê li ba Selahedîn û serkirdeyên din yê Eyûbî de nebû, bi heman şêweyî li ba serkirdeyên dewlet û mîrnişînên kurd ên serdema Ebbasî jî nebû ko navê hindekan ji me li ser navê wan e. Mesele her ewiha ye ko xelkê kurdewar ê jêr sîwan û saya vê desthilata kurdî hinekî hêz û taqet hate ber û bêhnvedanek standin, karîn heta demekê bi aştî û ewlehî bijîn, egerna navê kurdbûnê di kundirê ter de jî nehatiye.

Kurdistan bi dirêjiya wan serdeman, çendîn dewlet û dewletok û mîrnişînên mezin û biçûk jî têde bûn, hindek car jimareya wan gihiştiye pêncî mîrnişînan, lê ev bi xwe jî nîşaneya parçe parçeyiya xaka Kurdistan û civaka kurdewarî bû di navendên derebegên li vir û li wir. Ew barûdox bi xwe rêgireke mezin bû li pêş zayîna dewleteke sertaserî û bihêz. Ev dewlet û mîrnişînên ji hev ketî û nehez jî bi ti awayî hêza wan nebû li beramber dagirkeran xwe rabigirin.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2012-05-20
Xwendin: 40673
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org